Medya Îranê: 22 hezar girtiyên xwepêsandanan hatin efûkirin!
PeyamaKurd – Medya fermî ya Îranê ISNAyê ragihandiye ku di çarçoveya efûya giştî ya 5ê Sibatê ji aliyê Rêveberê Olî Elî Xamaney ve hatiye derxistin de, 22 hezar kesên ji ber protestoyên Jîna Emînî hatibûn girtin jî hatine efûkirin.
Li gorî ISNAyê serokê erka darazê ya Îranê Muhsîn Ejeî di civîna Şêwra Dadweriya Bilind de derbarê efûya giştî ya Elî Xamaney de agahî dane.
Ejei gotiye, "Heta niha 82 hezar kes ketine nav çarçoveya efûyê. Ji wan 22 hezar kesên beşdarî îsyanê bûne ne. (protestoyên Jîna Emînî)”
Hat diyarkirin ku 60 hezar mehkûm hatine berdan û cezayê 34 hezar kesan jî hatiye rakirin.
Hêjayî gotinê ye, di protestoyên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî de, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 500 xwepêşander ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.
Herwiha zêdetirî 22 hezar kes jî hatine girtin ku ji wan 4 kes bi îdamê hatine mehkûmkirin û 2 kes jî hatine darvekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin