Îranê girtiyên siyasî jî di nav de 85 hezar girtî berdan

17 March 2020 15:47 0 dîtin
Îranê girtiyên siyasî jî di nav de 85 hezar girtî berdan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îranê 85 hezar girtî ku di nav wan de girtiyên siyasî jî hene, bi awayekî demkî berdan.

Li gorî ragihandina ajansa Reutersê, berdevkê dadmendiya Îranê Xulam Hisên Ismaîlî ragihand ku 50% ji van girtiyan xwedî tawanên ewlehî ne û ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsa koronayê wan rêkarên pêwîst girtine.

Piştî mirina 109 kesên din di rojekê de ji vîrûsa koronayê, hejmara qurbanên vîrusa korona li gorî amarên desthilatên Îranê didin bûye 853 kes.

Herwiha Ajansa ÎRNAyê jî bi zarê rayedarên wezareta tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di nava 24 saetan de, hezar û 53 kesên din bi vîrûsê ketine.

Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) jî îro ragihand ku Îran hejmarên tûşbûyên koronayê û miriyan vedişêre ku li gorî texmînên wan hejmar 5 qat zêdetir e.