Di demeke kurt de 11 hezar parselên erd li ser kesûkarên sehîd enfalbûyî û girtiyên siyasî tên dabeskirin

15 December 2021 11:02 0 dîtin
Di demeke kurt de 11 hezar parselên erd li ser kesûkarên sehîd enfalbûyî û girtiyên siyasî tên dabeskirin

PeyamaKurd – Wezareta Şaredariyê bi daxuyaniyekê diyar kir, do li dîwana wezaretê, bi Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê Sasan Ewnî û Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfalbûyan Ebdula Hacî Mehmûd re civiyan.

Li gor zanyariyan, armanca wê hevdîtina navbera Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê û Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalbûyan, gotûbêjkirina li ser mekanîzma û kesûkarên serbilind ên çawaniyên bilez ên ji bo cîhbicîhkirina fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya dabeşkirina zêdetir ji 11 hezar parselên erd li ser şehîd û enfalbûyî û girtiyên siyasî bûye ku berî niha Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî biryar li ser dabû, li seranserê Herêma Kurdistanê bê dabeşkirin û niha jî ew biryar dikeve werê cîhbicîhkirin.

Li gor daxuyaniyê, di civînê de bi hûrgilî gotûbêja çawaniya cîhbicîhkirina biryarê hatiye kirin, ku demek kurt de bikeve warê cîhbicîhkirin û ji bo wê jî hemû tedbîrên cîhbicîhkirina biryarê ji aliyê her du wezaret û aliyên pêwendîdar ve wê bên pêkanîn û demeke kurt de ew 11 hezar parselên erd li ser kesûkarên şehîd, enfalbûyî û girtiyên siyasî yên li seranserê Herêma Kurdistanê bên dabeşkirin.