Zêbarî: Êrîsa têkderiyê îspat kir pêwîstî heye di demeke kurt de hikûmeta piranî bê avakirin

29 March 2022 10:29 0 dîtin
Zêbarî: Êrîsa têkderiyê îspat kir pêwîstî heye di demeke kurt de hikûmeta piranî bê avakirin

PeyamaKurd Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî di derbarê êrîşa li ser binkeya PDKê ya Bexdayê da zanîn, êrîşa têkderiyê ya do şev ku hin milîsên çekdar li ser binkeya PDKê pêk anîn, îspat kir pêwîstî heye ku di demeke kurt de hikûmeta piraniya niştimanî bê avakirin.

Zêbarî do li ser twitterê diyar kir, ew twitên xerab û neberpirsane yên hemwelatiyekî Kurd di derbarê merciya birêz li Necef a pîroz de kiriye, bi tu awayî pêwendiya xwe bi PDKê ve tune. Lê dubarekirina reftarên aloziyê û têkdan û şewitandinê ya ji aliyê hin milîsên çekdar a binkeya PDKê ya li Bexdayê, dubare îspat kiriye ku çend pêwîst e di demeke kurt de, hikûmeta piraniya niştimaniya siyasî bê pêk anîn.