Tenduristiya Iraqê: Di demeke kurt de berevaniya gistî çênabe
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Iraqê bi daxuyaniyekê da zanîn, bikaranîna derziya vîrusa Koronayê du sûdên wê hene.
Rêveberê Tenduristiya Giştî li Wezareta Tenduristiya Iraqê Riyaz Ebdulemîr destnîşan kir: ‘‘Çêbûna berevaniya giştî nav xelkê piştî wergirtina derziya vîrusa Koronayê ji sedî 70yê rûniştvanan ve pêkan dibe.’’
Riyaz Ebdulemîr diyar kir: ‘‘Di demeke kurt de berevaniya giştî çênabe, ji ber guherîna berdewam a cûreyên wê şewba Koronayê, ew pêk nayê.
Berpirsê Wezareta Tenduristiya Iraqê, qala girîngiya wergirtina derziya Koronayê kir û eşkere kir: ‘‘Wergirtina derziyê du sûdên wê hene ku ew jî:
1 - Eger û rêjeya pêketina bi vîrusa koronayê kêm dike
2 - Di dema pêketina bi vîrusa koronayê de metirsî û mirin ji ber wergirtina vaksînê kêm dibe.’’
Heta niha milyonek û 825 hezar û 89 kes li Iraqê bi vîrusa Koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 20 hezar û 184 kesên pêketiyan can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin