Ji HSDê hat xwestin Rojhilatê Firatê di demeke kurt de radestî rejîmê bike!
PeyamaKurd - Li gorî çavkaniyên herêmê di çend rojên borî de îstixbarata Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê li bajarê Heleb a Sûriyê civiyane û gihîştine wê nêrînê ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji Minbic û hin deverên Idlibê yên di bin kontrola wan de ne, bêne derxistin û wan herêman radestî rejîma Sûriyê bên kirin.
Herwiha li gorî zanyariyan, ji Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê daxwaz hatiye kirin ku di demeke kurt de wan herêmên Idlib û Minbicê radestî artêşa rejîma Sûriyê bike.
Li ser van îdiayan endamê ENKSê Dr. Kawe Ezîzî gotiye, ew navçe stratejîk in û Tirkiye wek Efrînê û Sûriye jî çavê wê lê ye dest bi deyne ser wan, lê ew navçe bi hemû Rojhilatê Firatê ve Amerîka wan diparêze û wek navçeyên xwe dizane.
Ezîzî ji BasNewsê re diyar kiriye, “Berî ku saziyên îstixbartên wan welatan ji bo radestkirina wan navçeyan ji rejîma Sûriyê re bicivin, Amerîka û Rûsya li ser wê yekê rêkeftine ku wek niha demografyaya Sûriyê bimîne û destûrek ji bo Sûriyê bê danîn. Ji ber wê jî ev mijar eger rêkeftineke din be di navbera wan her sê welatan de Amerîka wê qebûl nake.”
Kawe Ezîzî daye zanîn, rewşa Sûriyê girêdayî welatên herêmê û navdewletî ye û gotiye: “Her yek ji wan projeyên xwe û nêzîkatiyekî xwe heye. lê xala girîng ji bo kurdan ew e yekgirtî bin û xwe ligel wê hizrê hemaheng bikin ku di berjewendiya kurdan de be li Rojavayê Kurdistanê. Ew yek jî tenê bi yekgirtîbûn û rêkeftina kurdî – kurdî li Rojavayê Kurdistanê garantî dibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin