Ji HSDê hemleya Çemê Firatê: 120 xalên nû yên leskerî hatin danîn
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dorûbera Çemê Firatê 120 xalên nû yên leşkerî danîn.
Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) eşkere kir ku HSDê li Dêrazorê û dorûbera Çemê Firatê 120 xalên nû yên leşkerî yên kontrolê ava kirine.
Hatiye diyarkirin ku ew xal ji bo bihêzkirina çavdêriya leşkerî û rêgiriya derbasbûna komên çekdar hatine danîn ku Hêzên Hevpeymaniyê jî li wan xalên leşkerî kamerayên termal bicih kirine.
Hêjayî gotinê ye, di çend rojên borî de komên çekdar gelek caran hewl dane derbasî rojhilatê Firatê bibin ku di bin kontrola HSDê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin