Rejîma Îranê 4 girtiyên siyasî îdam kir

02 March 2021 21:08 0 dîtin
Rejîma Îranê 4 girtiyên siyasî îdam kir

PeyamaKurd – Li Îronê 4 girtiyên siyasî yên Ereb bi tohmeta beşdarîkirina ‘çalakiyên terorîstî’ li parêzgeha Xuzistanê hatin darvekirin.

Li gor raporta çalakvanên mafên mirovan, 4 çalakvan roja Yekşemê 28ê Sibata 2021ê hatine darvekirin ku tenê çend demjimêr berî înfaza wan, malbatên xwe dîtine û ji wan re negotine ku ev hevdîtina dawî ye.

Ajansa Tesnîm a nêzîkî Supaya Pasdaran ragihandiye ku 3 kesan ji wan di sala 2017an de êrîşî binkeyeke polîs kirine û li wir du polîs hatine kuştin.

Hat diyarkirin kesên hatine darvekirin Nasir Xefacyanzade, Husên Seylawî Esil û Elî Xesrecî Etayî, bi tohmeta “hewla çekdarî dijî Komara Îslamî, kiryarên terorîstî, tirsandin, bizdandin û êrîşa binkeya polîsan li Ehwaza navenda parêzgeha Xuzîstanê” cezayê darvekirinê li ser wan hatibû ferzkirin.

Li gor nûçeyê, ew hersê kes endamên rêxistina “Eniya El-Tehrîr El-Ehwaz” bûne.

Herwiha li gor raporta Ajansa Mafên Mirov a Îranê (Hrana), welatiyekî din ê Ereb bi navê Casim Heyderî, bi tohmeta hevkariya ligel partiyeke dijberê Îranê hatiye darvekirin.

Ajansa Mîzan, zimanhalê Saziya Dadê ya Îranê roja Yekşemê belav kir ku welatiyekî din ê Ereb bi navê Elî Mitêrî, roja Şemiyê 27ê Sibata 2021ê hatiye darvekirin.

Li gor malperê, “Elî Mitêrî endamê DAIŞê bûye û bihara sala 2018an êrîşî binkeyeke Besîc kiriye û di encamê de 2 Besîc hatine kuştin.”