Rejîma Îranê 6 girtiyên Kurd îdam kirin
PeyamaKurd – Rejîma Îranê li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê 6 girtiyên Kurd hatin îdam kirin ku 5 ji wan bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir û yek ji wan jî bi tohmeta “sîxurî ji bo dezgeha îstixbarata Îsraîlê” hatine bidarvekirin.
Rêxistên mafên mirovan ê Rojhilatê Kurdistanê îro berdestê sibe Fruher Ebas Nejadî ê 40 salî ji Gundê Goçarî Tîrgewere, Selîm Eyubiyan ê 37 salî ji gundê Miwanay ê navçeya Mergewerê, Cehanbexş Radloyî ji Gundê Qqçeqel ê navçeya Soma, Yasîn Reîşîdî ji Gundê Kelor û Husen Umerê bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir hatin bidarvekirin.
Herwiha hat ragihadnin, welatiyê Kurd ê bi navê Nesîm Niyazî yê ji Kerecê ku li rêxistinên mafên mirovan ve bi tohmeta "sîxuriya ji bo Mossadê" tê sûcdarkirin jî, cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û bi 5 girtiyên din re hatiye darvekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin