Medya Tirk: Xelîfeyê nû yê DAISê li Stenbolê hat girtin, wê Erdogan pistre ragihîne!

26 May 2022 18:54 0 dîtin
Medya Tirk: Xelîfeyê nû yê DAISê li Stenbolê hat girtin, wê Erdogan pistre ragihîne!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di operasyoneke li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê hatiye encamdan de, Emîrê nû yê DAIŞê Ebu Hesen El Qureyşî hatiye girtin.

Li gorî medya Tirkiyê, wê Serokmar  Recep Tayyip Erdogan derbarê girtina xelîfeyê DAIŞê de zanyariyan bide raya giştî.

Di nûçeyên medya Tirk de hatiye belavkirin ku hêzên ewlekariya Tirkiyê hefteya derbasbûyî li ser zanyariyên îstîxbaratî operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê pêk anîne û piştî ku zanyariya hebûna Emîrê Nû yê DAIŞê Ebu Hesen El Qureyşî li Stenbolê gihiştiye wan bi rojan mala ku Qureyşî xwe tê de vedişarê xistine bin çavdêriyê û her liv û tevgera wî şopandine.

Hat diyarkirin ku piştî çavdêrî û şopandina hûr bi fermana Rêveberê Giştî yê Emniyeta Stenbolê operasyona girtina Emîrê DAIŞê hatiye destpkirin û Ebu Hesen El Qureyşî hatiye girtin.

Li gorî nûçeyê niha Îstîxbareta Tirkiyê lêpirsînê lêpirsînê li ser Emîrê DAIŞê dike û wê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî rojên pêş girtina wî bi fermî ragihîne.