Mehdî Zana: Ji bo min partî nîne, Kurd û têkosîna wan heye

06 October 2019 15:39 0 dîtin
Mehdî Zana: Ji bo min partî nîne, Kurd û têkosîna wan heye

PeyamaKurd – Siyasetmedarê dêrîn ê Kurd û şaredarê berê yê Diyarbekirê Mehdî Zana li Diyarbekirê beşdarî panela bi navê “Ji doh heta îro rêveberiyên herêmî’ bû. Zana di panelê de got, “Ji bo min partî nîne. Ji bo min Kurd hene. Têkoşîna Kurdan heye.”

Zana di panela ku ligel Şaredarê Diyarbekirê yê Dr. Adnan Selçûk Mizrakliyê li şûna wî qeyûm hatiye danîn, di panelê de axivî û da zanîn, “Ez li hemû welatên ewropî û Amerîkayê geriyam û min ji wan re behsa binpêkirina mafên Kurdan kir. Ji bo min Kurd heye. Têkoşîna Kurdan heye.. Welat welatê me ye, lê li gorî wan yên terorîst dîsa em in.”

Mehdî Zana bal kişand ser deshilatdariya Erdogan ku beriya were ser kar behsa mafên Kurdan dikir û wiha pê de çû:

“Heger kesek pesnê te bide û pişta te miz bide, berjewendiyeke wî tê de heye. Û heta pireyê derbas bike, xwe wekî ji te hez dike nîşan dide. Birlik içinde hareket edeceğiz, başka çaremiz yok. Em bi yekîtî tevbigerin, ti çareyeke me ya din nîne. Bi qasî Kurdan ti miletekî ewqas zilm nedîtiye û li dijî wê jî berxwedan heye. Yên berxwe didin hene. Di heyama Şêx Seîd de, fermandarekî ku dema kuştina Kurdan gule bikar neanî got ku ‘Ev Kurd in, ji bo wan pere xerc nekin’. Zihniyeta wan a sedsalan hîn jî neguherî ye.”