Mehmet Sîmsek hat ser dîreksiyonê aboriya Tirkiyê: Ti çareyeke din nebû!
PeyamaKurd – Wezîrê Xezîne û Darayî Mehmet Şîmşek ku di kabîneya nû ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de cî girt, îro Yekşemê 4ê Hezîranê peywira xwe ji wezîrê berê Nuredîn Nebatî wergirt.
Mehmet Şîmşek dema merasîma wergirtina peywirê li ser pêvajoya nû ya birêvebirina aboriya Tirkiyeyê got, “Ji bilî ku Tirkiye vegere ser zemîna rasyoneliyê ti bijardeyeke din nema ye.”
Şîmşek bal kişand ser ku ji bo ku aboriya Tirkiyeyê were başkirin ew dê reforman bikin û li gorî rênimayên navdewletî hewl bidin enflasyonê kêm bikin.
Hêjayî gotinê ye, Mehmet Şîmşekê ku welatiyekî Kurd ê ji bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê ye, li cîhanê di warê fînans û aboriyê de tê naskirin û heta çend sal berê jî di kabîneyên Erdogan de cî girtibû. Şîmşek dê hewl bide ku aboriya Tirkiyeyê ji krîza çend salên dawî û zêdebûna enflasyonê rizgar bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin