Doza Kobanî | Sîroveya Mehmet Sîmsek ji YE!
PeyamaKurd – Raportorê Tirkiyeyê yê Yekîtiya Ewropayê Nacho Sánchez Amor bertek nîşanî biryarên di doza Kobanî de da û got, "Bedaletiya îro nîşan dide ku çima geştên ku ji bo pêbaweriya aboriya Tirkiyeyê difroşin pûç in."
Nacho Sánchez Amor li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî biryara dadgehê ya di doza Kobanî de da.
Amor got, "Îro neheqiya li Demîrtaş tê kirin, nîşan dide ku çima geştên Mehmet Şîmşek ên ji bo pêbaweriya aboriya Tirkiyeyê difiroşe, pûç bûne."
Sanchez Amor, bal kişand ser hevdîtina Mehmet Şîmşek a hefteya borî ya li Brukselê bi karsazan re pêk anî û got, "Tu şîrket nikare bi temamî baweriya xwe bi derdoreke ku timî edalet lê tê pirsîn bîne."
Amor herwiha diyar kir ku biryara darazê pêbaweriya Tirkiyeyê xera dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin