Merkel: Hemû welatên Ewropa neçar in pistevaniya Yunanistanê bikin
PeyamaKurd – Serokwezîra Almanya Angela Merkel, li ser aloziya Rojhilatê Derya Spî ya di navbera Tirkiye û Yunanistanê de ragihand ku welatên ewropî neçar in piştevaniya Yunanistanê bikin.
Merkel di konferansa salane ya li Berlînê de derbarê aloziya li Rojhilatê Derya Spî got: “Derbarê mijara Rojhilatê Derya Spî de, hemû welatên ewropî berpirsiyariya wan e ku piştgiriya Yunanistanê bikin.”
Serokwezîra Almanya da zanîn ku ew bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re li ser mijarê axiviye û hevkariya xwe ya bo Yunanistan û Qibrisê herdu aliyan nîşan daye.
Merkelê herwiha diyar kiriye ku di meha îlonê de wê li Konseya Awarte ya Yekîtiya Ewropayê têkiliyên ligel Tirkiyê bi tevî hemû hurgiliyan gotûbêj bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin