Mesrûr Barzanî bi Balyozê Amerîka re civiya: Hewayeke erênî û derfeteke bas heye

14 September 2020 18:08 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi Balyozê Amerîka re civiya: Hewayeke erênî û derfeteke bas heye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14ê Îlonê, li Hewlêrê bi Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller û şanda ligel wî re civiya.

Di hevdîtina ku Konsolê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller jî tê de amade bû, pêşvebirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û rewşa Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bal kişand ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê ku hewayeke erênî û derfeteke baş heye ji bo çareserkirina kêşeyên rawestandî, li ser bingeha destûrê û cîbicîkirina wan hevfêmkirinên ku derketine holê bi cûreyek ku maf û heqên destûrî yên Herêma Kurdistanê li berçav were girtin û di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de bin.

Mesrûr Barzanî bal kişand ser rewşa nexwestî ya deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û nîgeraniya xwe li ser reftarên li hember nişteciyên Kurd ên wan deveran nîşan da. Herwiha amaje bi zêdebûna liv û tevgerên terorîstan li wan deveran da û tekezî li giringiya hemahengiya ewlehiyê di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de kir.

Balyozê Amerîkayê amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina zêdetir a peywendiyên aborî û handana veberhênanên Amerîkî li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Herwiha di civînê de mekanîzmayên hemahengiya zêdetir û hevkariya Amerîkayê bo pêşxistina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê û derbasbûna rewşa dijwar a darayî û tenduristiyê ya niha hat gotûbêjkirin.