Mesrûr Barzanî: Bi bihîstina nûçeya trênê li Misrê gelekî xemgîn bûm
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi peyamakê li ser canjidestdan û birîndarbûna bi dehan kesan di bûyereke çûnûhatinê de li Misirê, hevxemiya xwe ji bo gel û serkirdatiya Misirê diyar kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di twittekê de destnîşan kir: “Bi bihîstina nûçeya derketina trênekê ji rêya xwe li Misrê, gelekî xemgîn bûm. Hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyan, serkirdatî û gelê Misrê re radigihînim.”
Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir: “Di demên dijwar de, bi we re hevsoz in”
Li Misrê, do trênek ji rêya xwe derket û wergeriya û di encamê de 8 kesan can dan û 98 kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin