Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê ji bo qeza trênê ya li Yûnanistanê ragihand

03 March 2023 00:42 0 dîtin
Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê ji bo qeza trênê ya li Yûnanistanê ragihand

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bol i Yûnanişstanê 46 kes di qeza trênê de can dan, peyamekî sersaxiyê da û xemgîniya xwe ragihand.

Li bakûrê bajarê Larissayê ya li herêma Tempiyê do ber destê êvarê trênekî rêwiyan û yekî barhilgir lihev ketibûn. Hinek vagonên trênê ji ser rayan derketibûn û şewitîbûn. Di şewata trênê de 46 kes miribûn û ji bo Yûnanistanê qeza herî mezin bû. Serokwezîr Mesrûr Barzanî di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:

“Ez bi felaketa li bajarê Larissayê ya Yûnanistanê gelek xemgînim. Ji bo mirovên candayiyan sersaxiyê dixwazim û ji birîndaran re şîfayê dixwazim.”