Mesrûr Barzanî bi Memedov re civiya: Li Hewlêrê Konsulxaneya Azerbaycanê tê vekirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Çarşemê 7ê Hezîranê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Azerbaycanê li Iraqê Nasir Memedov kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de ragihand ku di civînê de pêşxistina pêwendiyên dualî hatine guftûgokirin û Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Azerbaycanê li Bexdayê amadebûna xwe ji bo bihêztirkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan daye.
Herwiha hate eşkere kirin ku di demeke nêzîk de Konsulxaneya Giştî ya Azerbaycanê li Herêma Kurdistanê tê vekirin.
Serokwezîr Barzanî jî di civînê de, daxwaza Herêma Kurdistanê ya pêşxistina pêwendiyên ligel Komara Azerbaycanê dubare kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin