Mesrûr Barzanî û James Jeffrey li Hewlêrê civiyan

07 December 2019 14:08 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û James Jeffrey li Hewlêrê civiyan

PeyamaKurd - Îro Şemiyê (07.12.2019) Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê James Jeffrey kir û civîna Barzanî û Jeffrey dest pê kir.

Di civînê da Konsolê Amerîkayê li Hewlêrê, Berpirsê Navendî yê Hemahengiya Hêzên Dijî Terorê, û Fermandarê Hêzên Amerîkayê li Iraqê û Sûriyê jî di civînê da amade bûn.

Tê çaverêkirin ku Barzanî û Jeffery di civînê da geşedanên dawî yên li herêmê bihêne gotûbêjkirin.

James Jeffrey piştî civîna bi Mesrûr Barzanî re dê bi Serok Mesûd Barzanî re jî bicive.