Li Hewlêrê civîna Nêçîrvan Barzanî û James Jeffrey destpê kir
PeyamaKurd – Li Hewlêrê, civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê James Jeffrey detpê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro danê sibê li Hewlêrê bi Nûnerê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û hevdem Nûnerê Amerîka yê bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey re civiya.
Li gor zanyariyên, biryar e îro James Jeffrey li gel Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bicive.
Mijarên sereke yên civînê, pirsên rûbirûbûna terorê, rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û hevahengiya di navbera Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin