Encama civîna Nêçîrvan Barzanî û James Jeffrey hat eskerekirin

22 September 2020 13:30 0 dîtin
Encama civîna Nêçîrvan Barzanî û James Jeffrey hat eskerekirin

PeyamaKurd – Di civîna James Jeffrey û Nêçîrvan Barzanî ya îro de, Amerîkayê piştgiriya xwe û ya Hevpeymaniya Navdewletî bo Kurd û hevbeşên wê di rûbirûbûna terorê de nişan da.

Li Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê James Jeffrey îro civiyan.

Civîn bi beşdariya Wezîrê  Pêşmerge, Serfermandarê Pêşmerge û Berprisê Fermangeha Pêywnediyên Derve yê Herêma Kurdistanê bir ê ve çû.

Di derbarê civînê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê û Şanderê Amerîkayê yê bo Karûbarên Sûriyê di civîna îro ya li Hewlêrê de: “Pêşhatên herî dawî yên rewşa Sûriyê, erkên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û rûbirûbûna çalakî û metirsiyên terorê li Sûriyê û Iraqê, rewşa Kurd û gotûbêjên aliyên Kurdî li Sûriyê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan û yekrêziya navbera wan gotûbêj kirin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, “James Jeffrey tekezî li ser berdewamiya piştgiriya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Kurd û hevbeşên xwe di rûbirûbûna terorê de û bi temamî nehiştina DAIŞê li Sûriyê, Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û bo ji bo vê yekê jî hemû cûre alîkariyên pêwîst pêşkêşî Pêşmerge û hêzên iraqî dike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di vê civînê de spasiya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê kiriye, ji ber hevkarî û piştgiriyên berdewam ên wan û tekezî li ser giringî û pêwîstiya berdewambûna erkên Hevpeymaniya Navdewletî bo Herêma Kurdistanê û Iraqê û hevbeşên wan li navçeyê, ta piştrastbûna li bi temamî jinavçûna DAIŞê kir.

Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan dike: “James Jeffrey di civînê de piştgiriya xwe bo gotûbêjên navbera aliyên Kurdî li Sûriyê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan nîşan da û amaje bi rola erênî ya Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê ji bo ji hev nêzîkkirina wan aliyan û teşwîqkirina wan bo çareserkirina kêşeyên xwe kir.”

Li gor daxuyaniyê: “Şewba Koronayê û encamên wê li Sûriyê, Herêma Kurdistanê û Iraqê û kar û pêngavên rûbirûbûna wê, pêywendiyên Hewlêr-Bexda, pirsa Kurd li Sûriyê, hêzên biyanî yên li Sûriyê, rewşa navçeyê bi giştî, hewlên ji bo parastina istiqrar û aramiyê û çend mijarên din ên cihê giringîdana herdu aliyan”, mijarên din ên civîna îro ya Nêçîrvan Barzanî û James Jeffrey bûn.