Mesrûr Barzanî bi minasebeta cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir

10 August 2019 16:20 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi minasebeta cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand. Barzanî di peyama xwe de got, di wan demên pîroz da hêvî dikim alozî û nakokiyên li deverê bi rêya diyalogê û bi awayekî aştiyane werin bidawîanîn û aştî û aramî li deverê zal be.

PEYAMA MESRÛR BARZANÎ YA CEJNÊ WIHA YE

Bi minasebeta hatina cejna qurbana pîroz, pîrozbayeke gerim pêşkêşî misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim û bi taybetî cejna malbetên şehîdan û pêşmergeyên qehreman pîroz dikim.

Di wan demên pîroz da hêvî dikim alozî û nakokiyên li deverê bi rêya diyalogê û bi awayekî aştiyane werin bidawîanîn û aştî û aramî li deverê zal be.

Hêvî dikim bi yek rêzî û tebayî em hemû bi hevre hevkar bin bo xizmetkirina zêdetir ya gel û geşedendina welat