Mesrûr Barzanî bi peyamekê sersala nû ya Koçî pîroz kir

30 July 2022 09:59 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi peyamekê sersala nû ya Koçî pîroz kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi peyamekê sersala nû ya Koçî pîroz kir û got: “Ez ji Xwedayê mezin û dilovan daxwaz dikim, sala nû bibe sala xêr û xweşî û pêşketin û geşbûna zêdetir a Herêma Kurdistanê û seqamgîrbûna aştî û aramiyê li Iraq û navçeyê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de da zanîn: “Ji bo hatina sersala nû ya Koçî ya 1444an, pîrozbahiyên herî germ arasteyî Mislimanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Em ji Xwedayê mezin û dilovan daxwaz dikin, sala nû, bibe sala xêr û xweşî û pêşketin û geşbûna zêdetir a Herêma Kurdistanê û seqamgîrbûna aştî û aramiyê li Iraq û navçeyê.”

Herî dawî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Sala nû ya Koçî pîroz be û Kurdistan her dem aram û avedan be.”