Mesrûr Barzanî bi serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî re hevdîtin kir

20 February 2022 00:48 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî re li ser têkiliyên duqolî axifî. Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê, damezrandina hukumeta nû ya Iraqê û behsa girîngiya têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Lubnanê hat kirin.

Serokwezîr Barzanî ev du roje ku li Munîhê bi gelek heyetên rêvebirên dewletên dinyayê û rêxistinên dinyayê re hevdîtinên dîplomatîk dike.