Mesrûr Barzanî bi wezîrê veberhênanê yê Erebistana Sa’ûdiyê re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo tevlî Forma Aborî ya Davosê bibe li Îsvîçreyê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk û aborî dide dewamkirin. Di vê çarçovê de Mesrûr Barzanî li Davosê bi wezîrê veberhênanê yê Erebistana Sa’ûdiyê bi Xalid el-Falih re civiya.
Wezîr El-Falih ragihand ku wê di pêşde heyetekî ji karsazên Saûdiyê seredana Iraqê û Herêma Kurdistanê bike, ji ber êrîşa Îranê ya ser Kurdistanê ji bo candayiyan sersaxiyê da xelkê Kurdistanê. Wezîr xwest ku êrîş bi dawî bibin.
El-Falih ragihand ku demeke dirêje di navbera Kurdistanê û Saûdiyê de têlilikyên dostane dewam dikin û behsa girîngiya pêşdebirina pêwediyan kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin