Mesrûr Barzanî bi wezîrê Amerîkî re axivî: Kurdistan dikare bibe navendeke girîng a veberhênanê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Cotmehê bi rêya pêwendiyeke telefonî bi Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Dan Brouillette re axivî.
Hat ragihandin ku di peywendiya telefonî de li ser pêşvebirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê gotûbêj hat kirin, bi taybetî derfetên veberhênana kompaniyên Amerîkî di warê enerjiya Herêma Kurdistanê de bi cureyekê ku di berjewendiya her du aliyan de be.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya piştevanî û alîkariya Amerîkayê kir ji bo Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ji hemû aliyan ve.
Mesrûr Barzanî got, Herêma Kurdistanê pêşwaziya pêşvebirina zêdetir a veberhênana Amerîkayê li Herêma Kurdistanê dike, bi taybetî di warê enerjî û gaza sirûştî de.
Di pêwendiya telefonî de, tekezî li ser wê yekê hat kirin ku Herêma Kurdistanê dikare bibe navendeke girîng ji bo veberhênanê li hemû deverên Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin