Mesrûr Barzanî bo Lûtkeya COP28 a Îmaratê hate vexwendin

08 October 2023 14:57 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bo Lûtkeya COP28 a Îmaratê hate vexwendin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê 8ê Cotmehê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî li Herêma Kurdistanê Ehmed Îbrahîm El Zahirî kir.

Konsulê Giştî yê Îmaratê vexwendnameya Cîgirê Serokomar, Serokwezîr û Mîrê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Reşîd El Mektûm a beşdarbûna di Lûtkeya Keşûhewayê ya COP28 de, gihand Serokwezîr Mesrûr Barzanî.

COP28 di rojên 1 û 2yê Kanûnê de li Dubaîyê tê lidarxistin û herwiha Roja Niştimanî ya Îmarata Erebî jî tê pîrozkirin.

Di lûtkeyê de, wê guftûgo li ser rûbirûbûna bandorên neyînî yên guherîna keşûhewayê li ser cîhanê bên kirin.