Mesrûr Barzanî: Çêkirina balafirgeha Duhokê di demek nêzîk de dest pê dike

21 September 2021 16:36 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Çêkirina balafirgeha Duhokê di demek nêzîk de dest pê dike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Duhokê serdana projeya balafirgeha navdewletî ya Duhokê kir û ragihand, wê çêkirina balafirgehê di demeke nêzîk de were destpêkirin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Îlonê li bajarokê Sêmêl yê Duhokê serdana cihê ku biryar e balafirgeh were çêkirin kir.

Mesrûr Barzanî ragihand, di kabîneyên berê de biryar hatibû dayîn balafirgeha Duhokê were çêkirin lê ji ber krîza aborî xilas nebibû. Ji ber wê jî wan biryar dan xilas bikin û bixin xizmeta xelkê Duhokê.

Serokê hikûmetê da zanîn, projeya han dê piştî hinek lêkolînan di demek nêzîk de dest pê bike.