Mesrûr Barzanî dê li yarîgeha Zaxoyê besdarî çalakiya PDKyê bibe

07 October 2024 16:01 0 dîtin
Mesrûr Barzanî dê li yarîgeha Zaxoyê besdarî çalakiya PDKyê bibe

PeyamaKurd Bi amadebûna cîgirê serokê PDKyê Mesrûr Barzanî, seet 17:00ê îro (07.10.2024), çalakiyeke girseyî dê ji bo piştevanî û biserxistina lîsteya 190ê ya PDKê li bajarê Zaxoyê pêk bê.

Cîgirê serokê PDKyê Mesrûr Barzanî doh (06.10.2024) li bajarê Dihokê bi awayekî cuda bi mamostayên zanîngehê re û bi xwendekar û ciwan û jinan re civiya. Mesrûr Barzanî di wan her du civînan de ragehand, “PDK di hilbijartinên Parlementoyê Kurdistanê yên vê carê de dê bibe yekem û bi rêvebiriya Serok Barzanî dê timî yekem be.”

Mesrûr Barzanî her weha got, “PDK ji bo hevrikiya tu partiyên siyasî nehatiye damezrandin, lê li dijî zordarî û dagirkeriyê hatiye damezrandin. Ji roja damezrandina xwe ve jî timî serbilind û yek maye. Bi piştevaniya Xwedê û xelkê xweşdivî yê Kurdistanê, roj bi roj dê bihêztir jî bibe.”