Mesrûr Barzanî di merasîma projeya dibistanê de: 'Me soz da wî zarokî û niha soza xwe bi cih tînin'

07 November 2021 14:01 0 dîtin
Mesrûr Barzanî di merasîma projeya dibistanê de: 'Me soz da wî zarokî û niha soza xwe bi cih tînin'

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro beşdarî merasîma kevirê xîmê dibistana gundê Korî yê Hewlêrê bû û di merasîmê de gotarek pêşkêş kir.

Di çarçoveya xizmetguzariyên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro kevirê binyadê yê gundê Korî danî.

Gundê Korî, projeyeke nişticihbûnê li Hewlêrê ye, ji 3 hezar mal pêk tê û hefteya borî ji ber baran û lehiyê ziyaneke mezin dîtibû, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da, kesên ziyan dîtine qerebû bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê binyadê yê dibistana gundê Korî de ragihand, hefteya borî dema wî serdana gundê Korî kiriye û ji nêzîk ve rewşa xelkê û ziyanên ku ji encama lehiyê derketine şopandiye, zarokekî li şûna hevkariyê ji malbata xwe re bixweze, daxwaza avakirina dibistanê kir.

Mesrûr Barzanî di axaftina xwe degot: “Me soz da wî zarokî û niha soza xwe bi cih tînin.”