Mesrûr Barzanî: Divê rêkarên parêzgehbûna Helebce di zûtirîn demê de temam bibin

30 June 2024 13:29 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Divê rêkarên parêzgehbûna Helebce di zûtirîn demê de temam bibin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30yê Hezîranê beşdarî merasîma danîna kevirê bingehîn ê sayloya bajarê Helebceyê bû û gotarek pêşkeş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di merasîmê de, bixêrhatina Wezîrê Bazirganî yê Hikûmeta Federal bo bajarê Helebceyê kir û got: “Ez gelek kêfxweş im ku careke din vegerim ku xizmeta xelkê Helebceyê yê xweşewîst û niştimanperwer bikim. Helebceyê ji bo danîna kevirê bingehîn ê projeya siloya Helebce ku divê di dema xwe de û li gor pîvanên cîhanî were bicihkirin.”

Serokwezîr Barzanî bal kişand ser; “Hefteya borî şandeke Encûmena Piştgiriya Parêzgeha Helebce ku ji kesayetiyên naskirî yên parêzgeha Helebceyê pêk dihat serdana me kir. Me gotubêjeke kêrhatî li ser çawaniya pêşxistina parêzgeha Helebce û baştirkirina xizmetguzarî, prensîp û jêrxana aborî li vê herêmê kir, bi awayekî ku xelkê navçeyên din ên Kurdistanê, Iraq û derdorê jî ji bo bazirganiyê berê xwe bidin vê herêmê. Ev jî dê bi rêya projeyên curbicur be ku ez hêvîdar im sektora taybet li vir û deverên din ên Kurdistanê bibe alîkar, ji bo pêşdebirina aborî ya parêzgeha Helebceyê.”

Mesûr Barzanî tekez kir: “Her çend zêdetir ji 10 salan e hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye Helebce bibe parêzgeh, lê mixabin rêkarên parêzgehbûnê ji aliyê Encûmena Nûneran û hikûmeta federal ve nehatiye temamkirin. Ji ber vê yekê em tekez dikin ku divê ev rêkar di zûtirîn dem de bên temamkirin û li ser asta federalî jî, bi awayekî fermî, wek parêzgehekê serederî bi Helebceyê re bê kirin û budceya geşepêdanê jê re bê terxankirin. Di vî warî de, em bi rayedarên pêwendîdar ên hikûmeta federal re di pêwendiya berdewam de ne, ji bo di zûtirîn dem de ev rêkar bên temamkirin.”

Serokwezîr Barzanî got: “Helebce jî weke piraniya navçeyên Kurdistanê rastî gelek qurbanî û zordariya rejîma berê ya Iraqê hatiye û bûye sembola zilm û zordariya li ser gelê Kurdistanê. Diviyabû qurbaniyên rejîma berê li Kurdistan û Iraqê bi giştî bi awayekî rêk û pêk bihatana qerebûkirin. Emê hewlên xwe di vî warî de zêdetir bikin û divê hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Bexdayê jî di vî warî de yekdeng bin.”

Serokwezîr Barzanî diyar kir: “Çêkirina vê sayloyê, beşek ji plan û programên me ji bo xizmetkirina zêdetir ji cotkarên vê herêmê û giringîdana bi sektora çandiniyê ye ku ev navçe di vî warî de gelek dewlemend e. Bêguman cîbicîkirina projeyên çandinî, pîşesazî û geştyarî li vê herêmê, ji bilî vejandina zêdetir a aborî û tevgera bazirganiyê, dê derfeta kar ji bo xelkê vê herêmê jî peyda bike. Di vî warî de her çi li ser hikûmetê be ji bo xizmetkirina xelkê vê parêzgehê, xemsariyê nake.

Dawiyê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Hêvîdar im Helebçe û Kurdistan bi giştî hertim di geşepêdan, pêşketin û avedaniya zêdetir de bin.”