Mesrûr Barzanî: Em ê di vê hilbijartinê de çarenivîsa gelê xwe diyar bikin
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, di çarçoveya bangeşeya PDKê ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, bi hejmarek mamosteyên zanîngehê yên Duhokê re civiya.
Mesrûr Barzanî îro 6ê Cotmehê di civîna hejmarek mamosteyên zanîngehê yên Duhokê de, gotarek pêşkêş kir û got:
“Em her biryarekê di vê hilbijartinê de bidin, dê çarenivîsa welatê me diyar bike, paşeroja zarokên xwe diyar dikin. Biryara me dê diyar bike ku piştî vê hilbijartinê di 4 salên bê de hikumranî li Herêma Kurdistanê dê bi çi şêweyekê be.”
‘Di vê hilbijartinê de biryareke niştimanî bidin’
Mesrûr Barzanî wiha pê de çû: “Biryar di rojekê de bê dayîn, lê biryar dê 4 salan bidome. Encama biryara we çi dibe bila bibe, ev çar salên desthilatdariyê dê dîsa berhema biryara we be, ji ber vê yekê ez bang li hemû welatiyan dikim, di vê hilbijartinê de biryareke niştimanî bidin, da ku em bizanin paşeroja vî welatî û ev destkeft û ezmûna ku berhema xwîna şehîdan, êş û têkoşîna Pêşmerge û berxwedana gelê qehreman e, vala neçe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin