Mesrûr Barzanî: Germtirîn pîrozbahiyan li tevahiya Êzîdiyên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê hatina cejna Cemayê, li Êzîdiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 6ê Cotmeha 2022an di peyama xwe de diyar kir: “Bi helkefta hatina cejna Cemayê, germtirîn pîrozbahiyan li tevahiya xwişk û birayên Êzîdiyên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim, hêvîdar im di keşeke aştî, aramî û pir xweşî de, vê cejnê derbas bikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir: “Di vê helkeftê de dubare dikin ku her dem em ê li ser piştevaniya li maf û daxwazên xwişk û birayên Êzîdî û zêdetir xizmetkirina wan berdewam bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin