Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê ji bo hilberînê aramtirîn dever e
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo hilberînê ewletirîn devera guncav e.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li paytext Hewlêrê beşdarî merasîma vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê ya Hewlêrê bû.
Merasîma ku li gel rayedarên payebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sekreterê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê û Balyozê Qeterê ya Iraqê Ahmed Hesen El-Hemedî jî beşdar bûn.
Mesûd Barzanî di merasîmê de destnîşan kir ku vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê ya Hewlêrê, ji bo zêdetir pêşvexistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Qeterê destpêkek e û got:
“Herêma Kurdistanê ji bo hilberînê devereke herî aram, ewle û guncav e. Em hilberînerên Qeterî vedixwînin û ji wan re dibêjin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her hêsankariyê amade ye.”
Serokwezîr Mesûd Barzanî, anî ziman ku vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê ya li Hewlêrê, wê di pêşxistina peywendiyên du aliyan de, bi taybetî di warên bazirganî, çandinî, çand û xwendina bilind de bibe alîkar.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin