Mesrûr Barzanî: “Ji bo welatekî xwurt ava bikin me perwerdê xist berya her tistî”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi seroka Macaristanê bi Katarin Novak re li payîtexta Kurdistanê li Hewlêrê li navça Eynkawayê merasima vekirina dibistana navdewletî ya Melthoyê kirin. Barzanî di merasimê de axaftinekî kir û weha got:
“Ji bo em welatekî xwurt ava bikin, me perwerdê xist berya her tiştî”
Serokwezîr Barzanî di axaftina xwe ya di merasimê de got ku ew destekê didin ji bo xwurtkirina pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê û weha dewam kir:
“Herêma Kurdistanê bi sedema tehdîda terorê, ji bo Xîrîstiyan û Êzîdiyên ji Deşta Nînovayê reviyan, bû wangeha wan. Herêma Kurdistanê hembêza xwe ji bo 2 milyon hemwelatiyên Iraqê û Sûriyê vekir û eger ne ji desteka civaka navdewletî be, xwedîkirina wan gelek zahmete.
Ez sipasiya seroka Macarsitanê Novak dikim ku hat û seredana me kir. Macaristan di serî de ji bo têkoşîna me ya li hemberê IŞİDê yek ji wan welataye ku alîkariya Herêma Kurdistanê kir.
Eynkawa, ji aliyê pêkvejiyanê de civakekî pêşketî û mînake. Ev jî ji aliyê me de serbilindiya me ye. Rola Macaristanê di vekirina dibistanê de gelek girînge. Herêma Kurdistanê û kabîna hukumetê ji bo welatekî xwurt û qewî ava bike, perwerdê xistiye berya her tiştî. Zanist û perwerde ji bo welatê me ber bi pêşde gavan bavêje, bingehên me ne. Perwerde ji bo ciwanên me veberhênana herî mezine. Bi xêra wê, em ê karibin di bazara hundir û derve de derfetên xebatê yên herî baş bidest bixin.
Ez bi sedema desteka seroka Macaristanê û dewleta wê sipasiya wê dikim. Em ji ber perê ku dan ji bo vekirina dibistanê dilxweşin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin