Mesrûr Barzanî ji kompaniyên Fransî xwest ku li Kurdistanê zêdetir veberhênanê bikin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Fransayê de, îro Înê li ofîsa sereke ya Dezgeha Bazirganî ya Kompaniyên Fransî (Mouvement des entreprises de France MEDEF) ya li Parîsê, bi hejmarek karsaz û veberhêner,bazirgan û nûnerên kompaniyên Fransî re civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de, bal kişand ser rewşa giştî ya aboriya Herêma Kurdistanê û çaksaziyên Kabîneya Nehem ên hemecûrkirina aborî û çavkaniyên dahatê û avakirina jêrxaneyeke bihêz a aboriyê û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî û pêşkêşkirina hêsankariya pêwîst ji bo veberhênerên navxwe û derve.
Serokwezîr Barzanî kompaniyên Fransî ji kompaniyên Fransî daxwaz kir, zêdetir veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin û amadehiya xwe ji bo hemû alîkarî û hevahengiyên pêwîst ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.
Beşdarên civînê jî nêrîn û têbînî û raspardeyên xwe bi arasteya pêşvebirina veberhênana Fransî li Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bersiva pirs û têbîniyên beşdarên civînê da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin