Mesrûr Barzanî: Kabîneya nû girîngiyeke mezin dide aborî û çandiniyê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Sirîlanka yê li Iraqê kir.
Malpera fermî ya Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku îro danê sibê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li balyozê Sirîlanka li Iraqê Nîrancan Ranasînga û şanda pê re kir.
Balyozê Sirîlanka pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir bi helkefta ku bûye serokwezîrê Herêma Kurdistanê û jê re hêviya serkeftinê xwest.
Balyozê Srîlanka herwiha behsa wê yekê jî kir ku sermiyandar û bazirganên Sirîlanka dixwazin li Herêma Kurdistanê kar bikin û da zanîn, di demek nêzîk de dê pêşangehek bo berhemên Srîlanka li Hewlêrê were vekirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe bi dîtina sefîrê Srîlanka anî ziman û got, di bernameya kabîneya nû de girîngiyek mezin dê bi geşkirina aborî bi taybet çandiniyê were dayîn.
Mesrûr Barzanî herwiha da xuyakirin, li Kurdistanê şert û rewş bo karkirina bazirgan û sermiyandaran gelekî baş û ew hez dikin pêwendiyên Kurdistan û Sirîlanka di wî warî de berfirehtir bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin