Mesrûr Barzanî li Bexdayê ji aliyê Berhem Salih ve hat pêswazîkirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê di yekem serdana xwe ya Bexdayê ya piştî pêkanîna kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve hat pêşwazîkirin.
Şanda hikûmeta Kurdistanê destpêkê ji aliyê serokomar Berhem Salih ve hat pêşwazîkirin û hevdîtina Berhem Salih bi serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî re hevdîtinê dike.
Şanda Kurdistanê ji serokwezîr Mesrûr Barzanî, cîgirê wî Qubad Talebanî û çend wezîrên hikûmetê pêk tê û mijara serekî ya hevdîtinên şanda Kurdistanê bi rayedarên Bexdayê re petrol, bûdceya Kurdistanê û rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê bi taybet jî rewşa Kerkûkê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin