Mesrûr Barzanî mêvanên Kupaya Kendavê vexwend Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî mêvanên Kupaya Kendavê vexwend Herêma Kurdistanê û diyar kir: “Ez gelek kêfxweş û bextewar im ku Besraya Feyha hembêza xwe ji bo şampiyoniya Kupaya Kendavê vedike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyaman kêfxweşiya xwe li ser birêveçûna Kupaya Kendavê nîşan da û got, "Ez ji dil ve bixêrhatina hemû beşdarên wê şampiyoniyê û mêvanên xoşewîst dikim ku ji welatên Ereb berê xwe dane Besrayê.”
Herwiha Mesrûr Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li xelkê Besra û hemû Iraqiyan kiriye ji ber birêveçûna vê şampiyoniyê, bi taybetî ku Iraq demeke dirêj bû ji mêvandariya şampiyoniyên wisa dûr ketibû û got: ““Ez gelek kêfxweş û bextewar im ku Besraya Feyha hembêza xwe ji bo şampiyoniya Kupaya Kendavê vedike.”
Herî dawî Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Cihê kêfxweşiyê ye ku ez mêvanên xoşewîst ên vê şampiyoniyê yên xwişk û birayên Ereb vexwînim ku derfeta wan hebe serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin