Mesrûr Barzanî Noela Mesîhiyên Kurdistanê û dinyayê pîroz kir

24 December 2021 23:03 0 dîtin
Mesrûr Barzanî Noela Mesîhiyên Kurdistanê û dinyayê pîroz kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi sedema hatina Noela an ku sersala Mesîhiyên li Kurdistanê û dinyayê peyamekî pîrozbahiyê belav kir. Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Bi sedema bûyîna cejna Hz. Îsa ya ji dayîkê ez temamê Mesîhiyên li Herêma Kurdistanê, Iraqê û dinyayê pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku rojên cejnê di nav xweşî, dilxweşî û aramiyê de derbas bibin. Bi sedema vê roja pîroz hukumeta Herêma Kurdistanê dibêje wê çanda pêşdebirina pêkvejiyanê bê parastin.

Bila cejna we pîroz be. Her wext di nav aştiyê de bijîn.”