Mesrûr Barzanî: PDK ti carî razî nebû bostek ji axa Kurdistanê bê cûdakirin
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, îro 1ê Cotmehê bi hejmarek endamên sendîkayên Herêma Kurdistanê re civiya.
Mesrûr Barzanî di civînê de got: “Rabirdûya PDKê hemû serbilindî û berevanî ye” û bi bîr xist, “PDK ew partî bû ku amade nebû rojekê ji rojan bostek ji xaka Kurdistanê bê cudakirin û li ser vê pirsê jî amade bû şoreşê bike.”
Barzanî diyar kir: “PDK ew partî ye ku di bin serkirdatiya Barzaniyê nemir de, razî nebû ku dest ji Kerkûkê berde, ji ber ku di wê baweriyê de bû ku ti beşekî Kurdistanê ji Kurdistanê nayê veqetandin.”
Mesrûr Barzanî tekez kir: “Ajandaya PDKê her tim xizmetkirina welatiyan bûye. PDK şanaziyê bi wê dike ku ti carî dest ji mafên rewa yên gelê Kurd bernedaye. PDK her tim xwe kiriye qurbaniya netewe û gelê Kurdistanê.”
Li ser referandûma serxwebûnê ya 2017an jî Mesrûr Barzanî got, “PDK ew alî bû ku bi serokatiya Serok Barzanî nîşanî cîhanê da ku îradeya gelê Herêma Kurdistanê qet nayê şikandin û biryara referandûmê da. Referandûm jî bi piraniya gelê Kurdistanê bi ser ket, ev jî şanaziyeke din a Partiya Demokrat a Kurdistanê ye.”
Cîgirê Serokê PDKê eşkere kir, referandûm kêmtirîn mafê welatiyekî ye ku bibêje çi dixwaze. Ji bo şikandina îradeya gelê Kurd gelek hewl hatin dayîn, lê PDKê nehişt ew îrade were şikandin û di referandûmê de biser ket.
Mesrûr Barzanî da zanîn: “Dema êrîşa hovane ya terorîstên DAIŞê hat ser Herêma Kurdistanê û bû metirsiyeke mezin li ser aştî û pêkvejiyana hemû cîhanê, Pêşmerge û serkirdayetiya PDK berî her partiyeke din di sengerên berevaniyê de bûn. PDK partiya ku her tim ji bo aştiyê têdikoşe ye.”
Herwiha Mesrûr Barzanî got, PDK her dem şer ji bo wê yekê dike ku Herêma Kurdistanê aram bibe û aştî li hemû navçeyê bicih bibe. Siyaseta PDK’ê gelekî diyar bûye, di heman dema parastina destkeftên neteweyî û welat kiriye, di bernameya wê hebûye ku çawa bikare projeyên baştir ji bo xizmetkirina welatiyan bicih bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin