Mesrûr Barzanî pistgiriyê da Bexdayê da vegerin ser ewlehî û aramiya berê

31 August 2022 01:03 0 dîtin
Mesrûr Barzanî pistgiriyê da Bexdayê da vegerin ser ewlehî û aramiya berê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi rêya telefonê bi serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî re axifî û got ku Herêma Kurdistanê amadeye da piştgiriyê bide Bexdayê ku vegere ser ewlehî û aramiya berê. Serokwezîr Barzanî ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de kir û weha got:

“Ez ji ber rewşa niha ya Iraqê ya tundûtijiyê gelek dilgiranim. Ez bi serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî re axifîm. Hukumeta Herêma Kurdistanê amade ye ku bibe hevkar da aştî û aramî vegere Iraqê.

Niha wexta diyalogêye ku terefên siyasî bi zelalî li ser pirsgirêkên girîng û mezin biaxifin. Divê em bi cesaret karibin cudahiyên hev nasbikin û qebûl bikin. Rewşa ku niha em tê de ne, pêdiviya me bi çareseriyekî mayînde heye.”