Mesrûr Barzanî: Serê Tirkiyê û PKK ê herêma me diksîne nav siddetê

21 July 2022 00:27 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Serê Tirkiyê û PKK ê herêma me diksîne nav siddetê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrîşa topbarana an bombebarana li Zaxoyê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê de hatibû kirin daxwuyaniyekî da ku di encamê de 8 kesên geştiyarî hatibûn kuştin û 23 kes birîndar bû bûn weha got:

“Ti sedemekî rewa ji bo êrîşên ser xelkê sîvîl nayê qebûlkirin. Divê bûyerên weha ku pir cara dibin bên rawestandin. Ji bo lêpirsînekî berfireh em bi Bexdayê re dixebitin. Bi şerê PKK ê û Tirkiyê, gelek caran herêma me dikşînin nav şiddetê. Ev dibe sedema hemwelatiyên me êşê bikşînin. Divê bûyerên weha bi dawî werin.

Ez êrîşa topbaranê ya ser seha pîknîkê ya li Zaxoyê ku îro qewimî û bi mirina sîvîlan encamê da şermezar dikim. Me wezîrê tenduristiyê Dr. Saman Berzencî şand ciyê bûyerê da her destekê bide malbatên candayiyan û birîndaran.”

Îro di 20 ê temmûzê de li dora nîvro gundê Perexê ku bi ser navça Derkar a Zaxoyê ve ye, bi topên hawan hat gulebarankirin. Li gor ragihandina qeymeqamê Zaxoyê Mûşîr Beşîr, hêzên artêşa Tirkiyê bi topan li gund xistiye û di encamê de 8 kes mirine û 23 kes birîndar bûne.