Mesrûr Barzanî serxwesî li Sah Ebdullah kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 28ê Hezîranê peyameke serxweşiyê ji Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem re şand û ji bo bûyera bendera Eqebe ku bû sedema mirin û birîndarbûna bi dehan kesan hevxemiya xwe nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de sersaxî li malbat û kesûkarên qurbaniyên bûyerê û gelê Urdinê kir û hêviya başbûna zû ji bo birîndaran xwest.
Şah Ebdullahê Duyem jî spasî û pêzanîna xwe û gelê Urdinê ji bo sersaxî û hevxemiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîşan da.
Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 27ê Hezîranê tankereke gaza klorê ya şil ku gazeke giran û jehrî ye, li bendera Eqebeyê teqiya û di encamê de 13 kesan can da û bi qasî 260 kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin