Mesrûr Barzanî spasiya Urdinê û Sah Ebdullah kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 12ê Hezîranê li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Tenduristiyê yê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê Fîras El-Hewarî û şanda pê re kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê civînê de ragihand, di hevdîtinê de, Wezîrê Tenduristiyê yê Urdinê silavên Şah Ebdullahê Duyem gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna welatê xwe ji bo her hevkariyên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser pêwendiyên dîrokî û taybet ên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de û spasiya Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û piştevaniya berdewam a Urdinê û bi taybetî ya Şah Ebdullah ji Herêma Kurdistanê re dubare kir.
Di civînê de, pêşxistina pêwendiyên dualî di warê tenduristiyê de û sûdwergirtina ji ezmûna serkeftî ya Şahnişîna Urdinê jî hatin axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin