Mesrur Barzanî tekezî li pêsvebirina bazirganiya navbera Kurdistan û Tirkiyê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18ê Nîsanê pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê li Baxdayê Fatih Yildiz kir ku erka wî bidawî dibe.
Di civîna ku Balyozê Tirkiyê ji ber bidawîbûna erka xwe xatir xwest de, guftûgo derbarê pêşhatên dawiyê yê li Iraq û navçeyê û pêşdebirina têkiliyên du alî hate kirin.
Tekezî li girîngiya pêşvebirina pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê di tevahiya waran de û bi taybetî bazirganî û xurtkirina hevahengiya di navbera her du aliyan de hate kirin, li ser binemaya berjewendiya hevbeş û pêwendiyên hevseng.
Serokwêzîrê Herêma Kurdistanê spasiya Balyozê Tirkiyê li Bexdayê kir bi boneya bidawîhatina erkê wî li Iraqê ku kar ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de de jê re xwast.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin