Mesrûr Barzanî: Teklîfa senatoran bi dilê me ye
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera ku Kurdistan ji bo fira balafiran weka herêma qedexe hatibû ragihandin, senator Chris Van Hollen û Marco Rubio ji ber teklîfê dan Meclisa Nûneran, rizamendiya xwe nîşan da. Barzanî weha got:
“Hem senatorên dostên me yên komarî û hem yên demokrat Chris Van Hollen û Marco Rubio ji bo Tevgera Hûzûrê û ji bo bîranîna hevkariya navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê wê daxwaznameya şandine meclisê bi rizamendî pêşwazî dikim. Ji bo wan kesên destekê dane û sponsoriya dawxaznamê kirine, sipasiya endamên meclisa nûneran Mike Waltz, Jim Cooper, Chris Stewart, Jason Crow, Dina Titus, Andy Kim û Don Bacon dikim.”
Barzanî got ku mudaxeleya nîsana sala 1991 ê ya mirovî jiyana bêhejmar mirovan xelas kir û ji bo demokrasiya Herêma Kurdistanê bixe bin ewlehiyê, parastina ku diviya kir û weha dewam kir:
“Ev jî kir ku di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de hevpariyeka xwurt û nûjen çêbibe. Îro Kurdistan li herêmeka mehrûm wahayekî bi îstîqrare. Dostaniya me bi hedefên hevpar hat avakirin. Ez hêvî dikim ku dostaniya me bi hukumeta Amerîkayê û bi dostên me yên di kongreyê de xwurttir bibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin