Mesrûr ??Barzanî: Kerkûk dilê Kurdistane, em dev jê bernadin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevlî civîna zindî bû û kesên ku ji beşên civakê yên cuda tevlî bernamê bûbûn, pirsên wan bersivand. Barzanî got:
“Em dewam dikin û mafê xelkê Kurd biparêzin.”
Mesrûr Barzanî li ser pirsa Kerkûkê jî weha got:
“Kerkûk perçeyekî ji Kurdistanê ye û jê venaqete. Heya em hebin em dev ji Kerkûkê bernadin.”
Mesrûr Barzanî li ser hinek mijarên girîng bersiva pirsan da û weha dewam kir:
“Ez ji bo destekê sipasiya hemwelatiyên Kurdistanê dikim. Ew serbilindiya me ne. Xelkê Kurd li her herêmê, bajêr û qesebê de ku ji hukumetê bawere, ew serkeftina herî mezin ya hukumetê ye. Hukumeta me mijara debara milletê kiriye mijarekî bingehîn û em dixebitin da temamê arîşeyên bi hukumeta Iraqê re çareser bikin.”
Barzanî got ku wê mafê Herêma Kurdistanê yên destûrî biparêzin, wê dest ji mafên wan bernedin. Barzanî bersiva dêyekî ku ji devera Germiyanê çûbû bernamê da û got ku komkujiya enfalê li hemberê xelkê Kurd hatiye kirin, sûcekî miroviye û divê hukumeta Iraqê sûcan tazmîn bike.
Ya girîngtir jî Barzanî li ser mijara Kerkûkê ku cotyarekî ji Kerkûkê tevlî bernamê bûbû û got ku bi sedema Erebên îtxal nikarin erdên xwe bajon, bi desteka artêşa Iraqê û Haşdî Şabî dest datînin ser araziyên wan û nikarin berhemên xwe di noqteyên kontrolê de derbas bikin, weha got:
“Mijara ku te got ji bo hemûyan girînge. Em dibêjin Kerkûk dilê Kurdistan e. Barzaniyê nemir şoreşekî û xwe jî qurabana Kerkûkê kir lê dev ji Kerkûkê berneda. Em dibêjin ku Kerkûk ji Kurdistanê perçeyekiye û jê venaqete. Mixabin xerabiya di 16 ê cotmehê de rewşekî dinê peyda kir. Mixabin Kurd, Turkmen û pêkhateyên din di bin rêvebiriyekî zorê de dijîn. Bi taybetî em ji rewşa cotyarên Kerkûkê agahdarin. Min çend cara ji serokomar birêz Sûdanî re got ku bila ew zordestî biqede. Ji ber kesên ji derveyê Kerkûkê anîne, dest datînin ser araziyên xelkê, Sûdanî jî soz da ku wê mijarê vekole û li hemberê kesên van kiryaran dikin tedbîrên hûqûqî bistînin. Lê dixwazim hun vêya zanibin ku heya em hebin em dev ji Kerkûkê bernadin.”
Barzanî, li ser mesela Şengalê got ku Şengal perçeyekî ji Kurdistanê ye û di bin îşxalê de ye. Barzanî got ku dema li Şengalê şer destpêkir, serok Mesûd Barzanî 52 roj li cephe ma û ji bo rizgarkirina Şengalê 500 şehîdan daye lê bi sedema îxaneta 16 ê cotmehê Şengal ketiye bin kontrola Iraqê. Kesên li Şengalê ewlehiyê û îstîqrarê nehiştine hêzên nerewane û Şengal perçeyekî ji Kurdistanê ye. Dixwazin xelkê Şengalê dagere ciyê xwe. Di mijarê de bi hukumeta Iraqê, Neteweyên Yekgirtî û bi hêzên koalîsyonê re di nav têkiliyan de ne.
Barzanî got ku pêkhateyên Kurdistanê bi taybetî Mesîhî ji aliyê olî û etnîkî de di nav refahê de ne û wexta ji Iraqê direvin, diçin Herêma Kurdistanê û hukumeta Kurdistanê naxwaze Xîrîstiyan koç bikin û herin. Barzanî her weha ji bo Xîrîstiyanên ku çûne derveyê welat got ku kengê bixwazin dê karibin dagerin Kurdistanê û Kurdistan welatê wan e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin