Pîrozbahî ji Mesrûr Barzanî ji bo yekem mezûnên lîseyê li Kerkûkê
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li xwendekarên amadeyî yên li bajarê Kerkûkê yên bi zimanê Kurdî qedandine kir.
Wezîrê Perwerdeya Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd diyar kir, wan bi navê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li xwendekarên yekem, duyem û sêyem ên beşên zanistî û wêjeya Kurdî yên Kerkûkê kir.
Seîd wiha got, "Em hemû mezûnên xwe pîroz dikin û ji xwendekarên xwe yên ku wê beşdarî îmtîhanên tûra duyemîn bibin, encamên baştir dixwazin."
Wezîrê Perwerdeyê Seîd got: “Em li bendê bûn ku encamên ezmûna giştî li Kerkûkê were eşkerekirin, ji ber wê jî merasîma xelatkirina serkeftiyên Herêma Kurdistanê hat paşxistin û kesên serketî li Kerkûkê wê bi serkeftiyên Herêma Kurdistanê bên xelatkirin.
Saman Muhammed Rıza ji Lîseya Roşenbiranî ya Roşenbiranî û Sana Muhammed Ehmed ji Lîseya Hozan a Keçan a Kerkûkê bi 99.43an bûn yekemîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin