Mesrûr Barzanî: Bedela ewladên me yên Kerkûkê wê giran be
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şiddeta li Kerkûkê ya ser Kurdan bi tundî şermezar kir û bang li serokwezîrê Iraqê Sûdanî kir ku rewşê bixe bin kontrolê. Barzanî li ser rewşa Kerkûkê û şiddeta li hemberê Kurdan daxwuyanî da û got:
“Provokasyonên li Kerkûkê yên li hemberê demokrasiyê û pêkvejiyana di nav aştiyê de, em bi tundî şermezar dikin. Em şehîdkirina hemwelatiyên me yên Kurd ku ketine ber êrîşa şowenîstan şermezar dikin. Ez bang li serokwezîr dikim ku bilez rewşa ku nayê xwestin bixe bin kontrolê, jiyana hemwelatiyan û çalakvanan biparêze û nehêle ew kesên bê berpirsiyar rewşê aloztir bike.
Em li Kerkûkê bang li hemwelatiyên me yên ketine ber zilma şowenîstan dikin ku bi hezir tevbigerin û xwe ji bertekên tund dûr bixin.
Ez her weha bang li bineciyên Turkmen û Ereb yên Kerkûkê dikim ku îznê nedin wan kesên ku biyaniyên bakarê Kerkûkêne û dixwazin aştiya nava pêkhateyan û pêkvejiyanê xerab bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin